Rejîma Siyonîst nûçeyên ku dibêjin wê êrişên xwe yên li Xezzeyê bi dawî bike red dike

Rejîma siyonîst nûçeyên ku dibêjin li gor qanûna agirbesta hertimî û pevguhertina girtiyan ji aliyê Konseya Netewên Yekgirtî ve li ser sekinandina êrişên xwe ser Xezzeyê razî bûye, red kir.

Ekleme: 11.06.2024 13:25:25 / Güncelleme: 11.06.2024 13:25:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst ve hat dayîn de hat îdiakirin ku "Nûçeya televîzyona Kanala 12an a der barê teklîfa peymana pevguhertina girtiyan a ku îsraîlê meha borî pêşkêşî HAMASê kiribû "kême û raya giştî dixapîne".

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îdiaya ku Îsraîlê qebûl kiriye beriya ku bigihêje hemû armancên xwe êrîşên xwe yên li Xezzeyê bi dawî bike, derew e."

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya qerarbaneya 3 qonax a ku ji aliyê Serokê Emerîkayê Joe Biden ve hatibû ragihandin, qebûl kir û tê de di qonaxa yekem de agirbesta lezgîn li Xezzeyê tê pêşbînîkirin.

Di daxuyaniya HAMASê de hat destnîşankirin ku xalên ku di biryara KENYê de cih digirin, agirbesteke mayînde, bi temamî vekişîna îşxalkeran ji Xezzeyê, pevguhertina girtiyan, ji nû ve avakirina Şerîda Xezzeyê û vegerandina koçberan, mal û warên xwe bi daxwazên gelê Filistînê û berxwedana wan re li hev dikin." (ÎLKHA)