Rejîma îşxalker li Ramallahê 4 Filistînîyan şehîd kir

Di êrîşa ku ji teref rejima îşxalker ve li ser gundekî bajarê Ramallahê Şerîeya Rojava ya îşxalkirî hat lidarxistin de 4 Filistînî şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.06.2024 12:35:16 / Güncelleme: 11.06.2024 12:35:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker a siyonîst ji 7ê Cotmehê ve tevî jenosîd û qetlîamên ku li Xezeyê pêk aniye, êrişên xwe yên li Şerîeya Rojava jî zêde kiriye.

Hat ragihandin ku rejîma îşxalker a ku li herêmên îşxalkirî komkujî û êrîşên xwe didomîne, êrîşî gundekî bajarê Ramallahê kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku agahî bi dest wan hatiye ku li Kefr Nîmayê wesayîtek hat gulebarankirin û 3 kes birîndar bûn û ekîb hatin cihê bûyerê. (ÎLKHA)