Tûgayên Qassam leşkerên îşxalker kişandin maleke bombebarkirî: Kuştî û birîndar hene

Tûgayên Qassam ragihand ku leşkerên îşxalker ên li bajarê Refahê ketine maleke bombebarkirî hatine kuştin û birîndarkirin.

Ekleme: 10.06.2024 17:30:21 / Güncelleme: 10.06.2024 17:30:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şer û pevçûnên Tûgayên Qassam ên bi îşxalkeran re di roja 248an a operasyona Tûfana Eqsayê de li gelek herêmên Xezzeyê dewam dikin.

Tûgayan di daxuyaniya xwe ya li ser kanala Telegramê de diyar kirin ku mucahidan li kampa Şebûra ya bajarê Refahê di malekê de xefika bombeyî danîne û piştî ku leşkerên îşxalker ketine malê teqemenî teqandine.

Qassam da zanîn ku di encama teqînê de leşkerên îşxalker hatine kuştin û birîndar bûne.

Qassam diyar kir ku piştî teqînê ekîba xilaskirinê ya siyonîst hatin malê û destnîşan kir ku derdora malê bi hawanan bombebaran kirine.

Qassam her wiha da zanîn ku wan bi roketeke Yasîn 105 li nêzî Mizgefta El Avda ya li navenda Refahê ya li başûrê Xezzeyê buldozereke leşkerî ya D9 kirine hedef.

Hate diyarkirin ku li navenda Refahê di navbera berxwedan û artêşa dagirker de pevçûnên dijwar didomin. (ÎLKHA)