Li 16 bajaran li dijî sextekaran operasyon: 15 qefaltin

Ji 37 gumanbarên ku li 16 parêzgehên ku navenda wê Balikesîrê ye di operasyona sextekariyê de hatin binçavkirin 15 kes hatin girtin.

Ekleme: 10.06.2024 13:50:19 / Güncelleme: 10.06.2024 13:50:19 / Xeberen Kurdi / Balıkesir Haberleri
Destek için 

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Ewlekariya Giştî ya Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê der barê kesên ku li ser malper û platformên medyaya civakî hesabên sexte vekirine reklamên firotina hilberan çêdikin û welatiyan dixapînin lêpirsîn da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de 42 gumanbar hatin tespîtkirin. Ji bo gumanbaran; Di operasyonên ku li Balikesir, Edene, Antalya, Amasya, Êlih, Çewlig, Diyarbekir, Stenbol, Entab, Dîlok, Mêrsîn, Muxla, Osmanîye, Riha, Trabzon û Wanê hatin kirin de 37 şikbar hatin girtin.

Di operasyonan de 45 telefon, 38 sîm qert, 8 qertên hafizeyê, 24 qertê benqeyan, 6 bîlgîsayar » 15 hezar û 940 lîre hat bidestxistin.

Ji şikbarên ku piştî karên wan sewqî edliyeyê hatin kirin 15 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin, 22 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Ji bo girtina 5 gumanbarên din jî xebat berdewam dikin. (ÎLKHA)