Muftiyê Ûmmanê ji Mislimanan re Banga Xezzeyê kir: Xwarin û çekan înfaq bikin

Miftiyê Ûmmanê Şêx Ehmed El Xelîlî ji bo Xezzeyê bang li Mislimanên cîhanê kir ku "xwarin û çek" bên înfaq kirin.

Ekleme: 10.06.2024 13:35:18 / Güncelleme: 10.06.2024 13:35:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Miftiyê Ûmmanê el-Xelîlî bang li Mislimanan kir ku alîkariyên aborî yên ji bo gelê Xezzeyê du qat bikin.

El-Xelîlî sersaxî ji kesên ku di komkujiya hovane ya li kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê de şehîd bûne, wiha got: "Em sersaxiyê ji birayê gelê Filistînê û bi taybet gelê Xezzeyê re dixwazin. ji ber vê felaketa mezin a ku di encama êrîşên hovane yên sîyonîst ên li ser xaka Xezzeya me ya ezîz de hat serê me hemûyan. Em duayên xwe yên herî ji dil dikin."

El-Xelîlî bang li gelê Xezzeyê kir û wiha got: "Bi taybetî di van rojên pîroz de wek ku li ser her Mislimanekî ferz e divê ji bo gelê mezlûm ê Filistînê û bi taybetî ji gelê Xezzeyê re ji bo erzaq, çek û lêçûnên din ên jiyanê xerc bên şandin."

Ji destpêka êrîşa li ser Şerîda Xezzeyê û berî niha, Şêx El-Xelîlî bi salan e li dijî normalîzekirina bi îşxalkerên siyonîstî ye û di berjewendiya gelê Filistînê de helwesteke tund nîşan dide. (ÎLKHA)