Li Şerîeya Rojavayê bi guleyên îşxalkeran yek jê zarok 2 kes şehîd bûn

Îro danê sibê li herêmên Tubas û Tulkarmê yên Şerîeya Rojavayê di encama gulebarana îşxalkeran de 2 kes şehîd bûn ku di nav de zarokek jî hebû.

Ekleme: 10.06.2024 12:50:23 / Güncelleme: 10.06.2024 12:50:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand ku, Mehmûd Îbrahîm Nebrîsî (15) li kampa El-Fera ya li başûrê Tûbasê şehîd bûye û 5 kes jî bi guleyên îşxalkeran birîndar bûne.

Hat ragihandin ku zarokê bi navê El Nebrîsî di êrîşa hêzên îşxalker a li ser kampa El Fara de ji ber birînên giran ên guleyên ku li sîng û zikê wî ketine, şehîd bûye.

Ciwanê bi navê Yusuf Samih Abdulkerîm danê vê sibehê li herêma Zanaba ya Tulkarmê di êrîşa hêzên îşxalker de şehîd bû.

Hat ragihandin ku ciwanê ku xwendekarê zanîngehê ye ji ber guleya nîşangerekî siyonîst ku li herêmê bi cih bûbû hat gulebarankirin, ekîbên ambûlansê hatin astengkirin û heta ku şehîd bû di nava xwînê da li erdê ma. (ÎLKHA)