Macron, Meclîsê betal kir û banga hilbijartina pêşwext kir

Macronê Serokomarê Fransayê, piştî ku rastgirên tund di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de bi ferqeke mezin di rêza yekem de cih girtin, parlamento betal kir û biryara hilbijartina giştî ya pêşwext da.

Ekleme: 10.06.2024 11:05:21 / Güncelleme: 10.06.2024 11:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê, ragihand ku ji ber zêdebûna rêjeya dengên partiyên rastgir ên tund di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) de wî Meclisa Netewî ya Fransayê fesih kir.

Macron diyar kir ku piştî têkçûna di hilbijartinên PEyê de, Fransa wê di 30ê Hezîranê de ji bo tûra yekemîn û 7ê Tîrmehê jî ji bo tûra duyemîn hilbijartinan pêk bîne.

Macron bal kişand ser rêjeya dengên ku rastgirên tund werdigirin û got, "Ji ber vê yekê, di dawiya îro de ez ê nikaribim mîna ku tiştek nebûye tevbigerim." (ÎLKHA)