Li Diyarbekirê di 3 cihên cuda yên zevî de şewat derket: 70 donim cihê çandî şewitî

Li Çinar û Baglara navçeyên Diyarbekirê di 3 cihên cuda yên zevî de şewat derket, di encama şewatan de nêzî 70 donim erdê çandî şewitî.

Ekleme: 10.06.2024 10:45:18 / Güncelleme: 10.06.2024 10:45:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Meheleyên Qazûxtepeya 15 kîlometre nêzî Çinarê û Hegcuga girêdayî Baglarê ya ku li hemberî rê bû şewat derket. Di encama şewatan de nêzî 20 donim erdê çandî şewitî.

Di heman wextî de Şeytankêya li Meheleya Elwendîya 20 kîlometre nêzî Çinarê de şewat derket. Di encama şewatê de nêzî 50 donim erdê çandî şewitî.

Gel bi ked û îmkanên xwe xwestin ku agir vemirînin.

Piştî gelek hewildanan şewat hat vemirandin. (ÎLKHA)