Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 7 leşker mirin

Li herêma Lakkî Marvata wîlayeta Xeyber Paxtunwaya Pakistanê bombeya ku ji kêleka rê re hatibûn bicîhkirin teqîya, di encama teqîna bombeyê de 7 leşker canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.06.2024 10:15:18 / Güncelleme: 10.06.2024 10:15:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa Pakistanê, daxuyand bi bombeyên ku bi destan têne çêkirin leşkerên wan hatine hedefgirtin, di encamê de 7 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.

Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket.

Li wîlayetên Belucistan  û Xeyber Paxtunwaya Pakistanê tim û tim êrîşên wek bi vê şeklê pêk têne. (ÎLKHA)