Wezîr Fîdan, wê ji bo Civîna Wezîrên Karên Dervê yên BRICSê biçe Rûsyayê

Wezîr Fîdan, ji bo beşdarbûyîna Civîna Wezîrên Karên Dervê yên BRICSê ya ku li bajarê Nîjnîy Novgorodê bê lidarxistin wê biçe Rûsyayê.

Ekleme: 09.06.2024 17:30:18 / Güncelleme: 09.06.2024 17:30:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hakan Fîdanê Wezîrê Karên Derve, wê bi Sergey Lavrovê hevkarê xwe yê Rûs û rayedarên Rûs re bicive.

Wezîr Fîdan wê beşdarî rûniştina BRICS+ a ku li 11ê Hezîranê bê kirin bibe.

Di hevdîtinan de bûyerên dawîn ên li Xezzeyê, mijarên herêmî û navneteweyî weke Ûkrayna, Sûrî, Lîbya, Qafqasyaya Başûr bê nirxîn.

Ji bilî endamên BRICSê, 15 welat (Tirkiye, Behreyn, Bangladeş, Belarûs, Cezayîr, Endonezya, Qezakîstan, Kuba, Laos, Morîtanya, Nîjerya, Tayland, Srî Lanka, Venezuela û Vîetnam) ji bo Rûniştina BRICS+ hatin dewetkirin.

Ji 1ê Çileyê ve, Rûsyayê Serokatiya Demkî ya BRICSê ji Komara Afrîkaya Başûr girtibû.

Civîna Bilind a BRICSê ya 16emîn wê di navbera 22-24ê Cotmehê de li Kazanê bê lidarxistin. (ÎLKHA)