Li Şirnexê ji ber birûsk lê ketinê 200 bizin telef bûn

Li Qilabana navçeya Şirnexê ji ber birûsk lê ketinê 200 bizin telef bûn.

Ekleme: 09.06.2024 14:05:21 / Güncelleme: 09.06.2024 14:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên hat bidestxistin, li gundê Mergeha girêdayî navçeya Qilabanê duh bişev piştî barana zêde birûsk ket.

Di wê demê de birûsk li bizinên ku di çiyayê de diçêrîyan ket. 2 şivan zirar nedît lê 200 bizin telef bûn.

Li ser agahdayînê gelek cendirme û ekîbên Midûriyeta Daristan û Çandinîyê ya Navçeyê  û gundî çûn cihê bûyerê.

Bi alikarîya gundîyan kerîyên mayî hatin birin ber bi gund ve.

Ekîbên derheqê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. (ÎLKHA)