Di êrîşên îşxalê ya li ser Refah û kampa Bûreycê de 5 şehîd

Di bomberbarana îşxalkeran a li ser kampa Bûreyc a li navenda Xezzeyê û bajarê Refahê yê başûr de 5 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.06.2024 13:30:20 / Güncelleme: 09.06.2024 13:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku di encama êrîşa li ser maleke malbata Ebû El-Kass a li kampa Bûreycê de herî kêm 3 kes şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di êrîşa îşxalker ya li ser Taxa Tel El-Sultan a dikeve rojavayê bajarê Refahê de 2 kes şehîd bûne.

Piştî komkujiya duh a li kampa Nuseyratê ku di encamê de 210 kes şehîd bûn û zêdeyî 400 kes jî birîndar bûn, êrîşên îşxalkerîyê yên li ser bajarên navendî her ku diçe girantir dibe.

Hate diyarkirin ku di encama êrîşên ku di roja 247an de li rojhilatê Dêr el-Balahê maleke malbata Ebû Dakkayê kirin hedef, gelek birîndar gihiştin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.

Balafirên şer ên îşxalê, li kampa El-Mexazîyê maleke malbata El-Beşîtîye bombe kir.

Li başûra Xezzeyê, ji hin cihên cuda yên Refahê ji ber êrîşên îşxalkeran dengê sîleh û teqînîyan tê

Taxên El-Zeytûn, Tel El-Hawa û Sebra yên bajarê Xezzeyê ji aliyê tankên îşxalkerî yên li herêma eksena “Netzarîm” ve hatin topbarankirin û gullebarankirin. (ÎLKHA)