Henîyye ji qetlîama ku li Nuseyratê hat kirin re bertek nîşan da: Em ê teslîm nebin

Serokê Buroya Sîyasî yê HAMASÊ Îsmaîl Henîyye derbarê qetlîamên ku îro ji teref siyonistên terorîst ve li Nuseyrat û Deyr el-Balahê hat kirin de daxuyanîyek belav kir û ew ê ti carî teslîm nebin.

Ekleme: 08.06.2024 19:05:20 / Güncelleme: 08.06.2024 19:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku li ser malpera HAMASê hat belavkirin Henîyye destnîşan kir siyonistên îşxalker û terorîst a niha jî li Nuseyrat û Deyr el-Balahê qetlîamên xwe didomînin û wiha got: “Welatên cîhanê rejîma îşxalê wek qatilên zarokan diwesfînin. Lê belê digel vê yekê jî  li dijî gelê Filistînê qirkirin tê kirin û ev welat vê qetlîamê nasekinînin.  Rejîma îşxalê dixwaze daxwazên xwe li ser me ferz bike û bi me bide qebûlkirin. Divê bê zanîn ev yek ew ê pêk neyê. Ew ê ti peymanên ku têde ewlehîya gelê me garantî neke dê neyê îmzekirin.”(ÎLKHA)