Li Kutehyayê înşeata dibistanê hilweşîya: 5 birîndar

Li Kutehyayê di înşeata dibistanekî de hilweşîn pêk hat. Di encama hilweşînê de 5 karker di bin qaliba betonê de man.

Ekleme: 07.06.2024 15:50:16 / Güncelleme: 07.06.2024 15:50:16 / Xeberen Kurdi / Kütahya Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di înşeata Dibistana Pêşîn Abdurrahman Paşa ya ku li Taxa Mecîdîyeyê ye de di dema rijandina betonê de hilweşîn pêk hat.

5 karkerên ku di bin betonê de man birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Walîyê Kutehyayê Musa Işin derheqê bûyerê de daxuyanî da û îfade kir ku rewşa birîndaran baş in.

Walî, daxuyand ku ew derheqê meseleyê de tehqîqat dane destpêkirin. (ÎLKHA)