Li 17 bajaran li dijî FETOyê operasyon: 72 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, destnîşan kir ku di nav 4 rojan de li 17 bajaran li dijî FETOyê operasyon hatin lidarxistin û di encama wan operasyonan de 72 şikdar hatin qefaltin.

Ekleme: 06.06.2024 08:55:07 / Güncelleme: 06.06.2024 08:55:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyand di encama xebatên ku ji teref Serokatîya Îstîxbarata Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê, Serokatîya KOMê û Serokatîya Daîreya TEMê ve hatin lidarixistin de; li Enqere, Çewlig, Bidlîs, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Entap, Stenbol, Îzmîr, Qers, Qeyserî, Qirşehîr, Qonye, Meletî, Muxla, Seqerye û Ûşakê li dijî FETOyê operasyona bi navê “Kiskaç-17” hatin lidarxistin.

Hat desntîşankirin ku di nav 4 rojan de 72 kes hatin binçavkirin. Di encama operasyonan de gelek amûrên rêxistinê jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)