KFC, hemû şûbeyên xwe yên li Bexdayê girtin

KFCyê zîncîra restoranên Emrîqayê ne, hemû şûbeyên xwe yên li Bexdayê ji ber sedema “ewlehîyê” girtin.

Ekleme: 05.06.2024 15:50:18 / Güncelleme: 05.06.2024 15:50:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Bexdaya payexta Iraqê bi dehan protestovan, di 3yê Hezîranê de êrîşî restorana Emrîqayê kirin û bûn sedema xesara meddî.

Piştî êrîşan hêzên ewlehîyê gelek kolan û ceddeyan girtin.

Hat daxuyandin ku KFC hemû şûbeyên xwe yên li Bexdayê ji ber sedema “ewlehîyê” girtin. (ÎLKHA)