Şertê HAMASê yên ji bo lihevkirina bi rejîma işxalker re

Endamê Buroya Siyasî ya HAMASê Usame Hemdan li Beyrûtê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku bêyî agirbesteke mayînde ya li Xezzeyê lihevkirin çênabe.

Ekleme: 05.06.2024 13:20:19 / Güncelleme: 05.06.2024 13:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hemdan di civîna çapemeniyê de weha got: "Heta ku li Xezzeyê agirbesteke herdemî pêk neyê, îşxalker ji Xezayê dernekevin û peymana pevguhertina girtiyan neyê îmzekirin, em bi rejîma siyonîst re ti peymanê nakin.

Me pêşniyara ku me ji aliyên navbeynkar wergirtî agahdarî birayên Qeterî kir û ragihand ku me qebûl kiriye.”

Hemdan diyar kir ku wan di 5ê Gulanê de pêşniyarê girtine û di 6ê Gulanê de jî qebûl kirine û destnîşan kir ku ji vê pêşniyarê re ti bersiveke zelal ji aliyê rejîma îşxalker ve nehatiye dayîn.

Hemdan diyar kir ku daxuyaniyên rejîma îşxalker agirbesteke mayînde û vekişîna tam ji Xezzeyê nîşan nade nade û got, "Ev mijar bi daxuyaniyên Serokê Emrîqayê re ne li hev e."

Hemdan, ragihand ku rejîma îşxalker tenê dixwaze êsîrên wan azad bike û şer ji nû ve bide destpêkirin û dûre weha axavtina xwe dawî kir, "Heta ku lihevkirineke adil a pevguhertina esîrên ku tê de êsîrên me bên berdan çênebe, îşxalker rûyê esîrên xwe nabînin." (ÎLKHA)