Di baregeha leşkerî ya rejîma îşxalker de teqîn: 9 terorîst birîndar bûn

Artêşa îşxalker, daxuyand ku di baregeha leşkerî ya Tesîlîma ku li Çola Necefê bû de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 9 leşkerên wan birîndar bûn.

Ekleme: 05.06.2024 12:09:41 / Güncelleme: 05.06.2024 12:09:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Radyoya artêşa îşxalê, diyar kir ku di encama teqînê de tehqîqat hatîye destpêkirin.

Roja Sêşemê îşxalkeran diyar kiribûn ku di nav 24 seatan de li Xezzeyê 17 leşkerên wan birîndar bûne.

Îşxalkeran, daxuyandibûn ku 13 leşkerên wan ên dinê jî birîndar bûne lê li ku derê birîndar bûne nayê zanîn, 7 leşkerên wan jî di şewata ku bi bombeyên Hîzbullah derketibû de birîndar bûbûn. (ÎLKHA)