Li Dîyarbekirê ji 4 ciwanên ku li ser peyarê ala rejîma îşxalker xêz kirine re cezaya pereyê hat dayîn!

4 ciwanên ku li Dîyarbekirê li pêşîya Mc Donaldsa ku ji rejîma îşxalker re destekê dide ala rejîma îşxalker li ser peyarê xêz kirin, ji ber “Qirêjkirina Derdorê” ji wan re ceza hat birîn.

Ekleme: 05.06.2024 09:50:14 / Güncelleme: 05.06.2024 09:50:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, roja Yekşema borî li ber şûbeya Mc Donaldsa ku li Bûlwara Mahabadêye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 4 ciwan, ji bona ku ji qirkirina rejîma îşxalker re ku ji 7ê Cotmehê vir ve li dar dixe bertek nîşan bidin hatin ber şûbeya Mc Donaldsê.

Li vê derê ji li ser peyarê re ala rejîma îşxalkerê boyax kirin û li ser derbas bûn, bi vê şeklê qetlîam û qirkirinan protesto kirin dûre polêsan midexele kirin.

Polês, li ser ala rejîma îşxalker bi spreyê boyax kirin  û girtin, dûre ciwanan birin qereqolê.

Li vê derê îfadeya ciwanan hatin girtin û ji herêka re li gorî Meddeya 41emîn a Qanûna Qebehetan “Qirêjkirina Derdorê” 313 lîre cezaya pereyê hat birîn.

(ÎLKHA)