Li San Franciscoyê 70 alîgirên Filistînî hatin binçavkirin

Polîsên Emrîqayê 70 xwepêşanderên alîgirê Filistînê yên ku ketine lobiya avahiya ku konsolosxaneya rejîma îşxalker li San Franciscoyê lê ye, binçav kirin.

Ekleme: 04.06.2024 16:50:19 / Güncelleme: 04.06.2024 16:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çalakvan ketin lobiya avahiya ku konsolxaneya rejîma siyonîst li San Franciscoyê tê de ye û ji îşxalkeran xwestin ku dawî li êrîşên xwe yên ser Xezzeyê bînin.

Çalakgeran diruşmeyên siloganên rejîma siyonîstî qîriyan û tiştên ku li Xezzeyê qewimîn wek “qirkirinê” bi nav kirin.

Beşek ji xwepêşanderan ku siloganên "Fîlîstîna Azadî" gotin, xwe bi deriyan ve girêdan.

Xwepêşander plan kirin ku çalakiya xwe li hundirê avahiyê bidomînin lê ji aliyê polîsan ve hatin derxistin.

Polîsê San Franciscoyê ragihand ku 70 kesên ku ketine lobiyê û nexwestin ji avahiyê derkevin hatin binçavkirin.

Koma ku ji xwe re Tora Dij-Siyonîst a Navneteweyî ya Cihûyan (IJAN) bi nav dike, di daxuyaniya xwe ya li ser Instagramê de diyar kir ku 100 kes beşdarî xwepêşandanê bûne.

Tora ku diyar kir endamên wê cihû ne, wêneyên pankartên wekî "Komkujiyê cihûyan kêm dike" parve kir. (ÎLKHA)