Rejîma sîyonîst, li Şerîaya Rojavayê du ciwanê dinê jî şehîd kir

Rejîma sîyonîst, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî êrîşan li dar xist, di encamê de 2 Fîlîstînîyên dinê jî şehîd bûn. Di êrîşa ku doh hatibû lidarxistin de jî 3 Fîlîstînî şehîd bûbûn, 8 kes jî birîndar bûbûn.

Ekleme: 04.06.2024 15:55:22 / Güncelleme: 04.06.2024 15:55:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî ajansa xebera fermî ya Fîlsîtînê WAFA, îşxalkeran li rojavaya Tulkeremî wesayîtekî Fîlîstînîyan şewitandin.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfadek kirin ku sîyonîst nehiştine ku bila ekîbên tenduristîyê biçin cîhê bûyerê.

Di êrîşê de Abdulfettah Salahaddin Cebere û Ahmed Mustafa Receb şehîd bûn.

Di êrîşa ku îşxalkeran li Nablusê lidarxistin de jî 3 Fîlîstînî şehîd bûbûn û 8 kes jî birîndar bûbûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku li Nablusê Ehmed Omer el-Hîdîrê 30 salî, Adem Salahaddîn Farrac ê 23 salî û Mutez Xalid Nablusiyê 28 salî şehîd bûne.

Piştî operasyona ku Tevgera HAMASê di 7ê Cotmeha 2023an da dabû destpêkirin, li bajar û bajarokên Şerîeya Rojava, Quds, El-Xelîl, Ramallah, Erîha, Nablus û Qelqeliyayê şer û pevçûn didomin.

Di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 527 Filistînî şehîd bûne û bi hezaran kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)