Li Kocaelîyê keştî şewitî: 4 birîndar

Walîyê Kocaelîyê Seddar Yavuz, desntîşan kir ku keştîyek dema ku xistin nav avê şewat derket, di encamê de 4 kesan ji bûyerê tesîrdar bûn û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Ekleme: 04.06.2024 14:10:20 / Güncelleme: 04.06.2024 14:10:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di keştîya ku li tersaneya navçeya Başîslekeyê bû de şewat derket. Piştî ku keştîyê xistin nav avê ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Walî Yavuz li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û weha got, “Şewat li Herêma Serbest a Başîskeleyê di dema xistina nav avê de pêk hatîye, bi lez û bez ji herêmê re ekîbên îtfaîye, AFADê hatine sewqkirin, hat hînbûn ku 2 xebatkarên keştîyê asê mane û hatine xelaskirin. 4 kes tesîrdar bûne û ji nexweşxaneyê re hatine sewqkirin.” (ÎLKHA)