Li Mêrsînê li dijî PKK/YPG operasyon hat destpêkirin: 12 binçavî

Li 5 navçeyên Mêrsînê li dijî PKK/YPG operasyonên hemwext hat lidarxistin, di encama operasyonan de 12 kes hat binçavkirin.

Ekleme: 03.06.2024 15:25:22 / Güncelleme: 03.06.2024 15:25:22 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Li Mêrsînê ji teref Fermandariya Cendirmeyê ve, li dijî deşîfre kirin û asteng kirina faaliyetên PKK/YPG yê xebat hat kirin.

Di daxuyaniya ku derheqê mijarê de hat kirin de hat gotin ku, nasnavên 12 kesên ku ser navê PKK/YPG xebatên bi çek û propaganda dikin hat tespîtkirin.

Di operasyona hemwext a ku li navçeyên Tarsûs, Gulnar, Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîrê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê hat kirin da 12 şikdar hatin girtin.

Di lêgerînên di adresan hat kirin de, gelek materyalên dîjîtal û dokuman hat bidestxistin. (ÎLKHA)