Weqfa Êtîman li Efxenistanê alîkarîya meddî kir

Weqfa Êtîman, li Efxenistanê destê xwe yê însanîyetê dirêj dike û xebatên xwe didomîne. Herî dawîn, di çarçoveya bernameya alîkarîyê de li Efxenistanê ji malbatên mihtac re alîkarîya meddî li dar xist.

Ekleme: 03.06.2024 15:05:19 / Güncelleme: 03.06.2024 15:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Efxenistana ku di demeke dirêj e dûçarê Emrîqayê bûye û dûçarê afetan tebiî bûye de krîza însanî xwe nîşan dide, malbat îdareya xwe di nav zor û zehmetîyê de derbas dikin.

Alîkarîyên ku ji teref Weqfa Êtîman ve têne kirin, êtîm, sêwî, bêkes û zarokan jî di nav xwe de dihewîne. Rayedarên weqfê bi tevî rayedarên herêmê alîkarîyên ku amade kirine ji mihtacan re dighêjînin.

Weqfa Êtîman li Efxenistanê bi tevî van alîkarîyan di dilê xelkê Efxen de cîh digre. Van alîkarîyan ji xelkê Efxen ku di aborî û şertên civakî de zehmetîyê dikşînin  re dibe hêvîyek.

Temsîlkarê Efxenistanê yê Weqfa Êtîman Saîd Nurullah Haşîmî, destnîşan kir ku ew her meh ji zarokên êtîm û mihtac re alîkarîyan dikin. (ÎLKHA)