Ji teref rejîma sîyonîst li dijî Sûrîyeyê êrîşa asîmanî: 17 mirî, 15 birîndar

Di encama êrîşên asîmanî ya rejîma îşxalê ya duh bi şev li dijî Sûrîyeyê kir de 17 kes jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 03.06.2024 13:55:17 / Güncelleme: 03.06.2024 13:55:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

SANA ya ajansa nûçeyê ya rejîma Sûrîyeyê ragihand ku rejîma îşxalê ya sîyonîst êrîşî hin herêmên beşûrê rojhilata Helebê kiriye.

Di encama êrîşan de 17 mirine, 15 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku "Dagirkeran êrîşeke asîmanî li ser deverek li bajarokê Heyyan a li gundewarê Helebê yê bakur pêk anîn, û teqîn li pey hev di kargeha sifir de çêbûn ku di êrîşê de hatibû hedef girtin.”

Hat diyarkirin ku êrîş li gor saeta herêmî di derdora seat 00.20an de hatiye kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rejîma Sûriyeyê de hat gotin, "Di saet 00.20an de dijminê îsraîlê ji aliyê başûra rojhilatê Helebê ve êrîşî hin herêmên derdora Helebê kir. Di êrîşê de gelek şehîd ketin. Di encamê êriş de ziyanên madî çêbûn.”

Rejîma îşxalker a siyonîst ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyê ji sala 2011an vir ve êrişî ser xalên leşkerî li Sûriyê dike. (ÎLKHA)