Li Rihayê mîdîbusa ku karkerên ewlehiyê vediguhast şewitî

Li ser rêya Riha-Diyarbekirê di mîdîbusa ku polêsên ji bo ewlehiya hilbijartinê wezîfedar bûn de şewat derket.

Ekleme: 02.06.2024 17:09:36 / Güncelleme: 02.06.2024 17:09:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat li nêzî Balafirgeha GAPê derket.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin midîbusa ku li Hîlwanê ji bo ewlehiya hilbijartinê wezîfedar kiribûn midîbusa ku tê de bûn ji ber sedemeke nediyar şewitî.

Ajokarê ku agir pê hesiya wesayit kişand kêleka rê. Li ser agahdarkirinê ekîbên îtfaiyeyê hatin sewqkirin herêmê.

Piştî ku agir ji teref îtfaiyeyê ve hat vemirandin midîbus nekarîn bi kar bînin, di şewatê de kes nemir û birîndar nebû.

Derbarê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)