Li Emerîkayê êrîşa bi çekan: 1 mirî, 26 birîndar

Hat ragihandin ku li eyaleta Ohîo ya Emerîkayê di êrîşa çekdarî de kesek mir û 26 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.06.2024 16:55:37 / Güncelleme: 02.06.2024 16:55:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Akron a wilayeta Ohîoyê li nêzî Kolana 8emîn qewimî.

Li gor medyaya welêt bi şev di şahiyekê de ji ber sedemeke nediyar êrîşa çekdarî hat kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de kesek mir û 26 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê gelek ekîbên polîs û tenduristiyê hat sewqkirin herêmê.

Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan, heta niha tu gumanbar nehatine girtin.

Xebatên polîsan dewam dikin. (ÎLKHA)