Li Êlihê palehîya nîsk û cehê dest pê kir

Cotkarên ku li Êlihê dest bi palehîya ceh û nîskê kirin, diyar kirin ku ji ber barana baş ji palehîyê ramdimaneke baş girtine.

Ekleme: 31.05.2024 20:09:40 / Güncelleme: 31.05.2024 20:09:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cotkarên ku di demsala payîzê de nîsk û ceh çandin, dest bi palehîya berhemên xwe kirin. Cotkarên ku ji ber barana baş ji ceh û nîskê memnûn in, çavê wan li bihayê ku bê eşkerekirin e.

Cotkar diyar kirin ku ew li bendê ne ku her donimek ji bo ceh 550-600 kîlogram û ji bo nîska li ser erda ziwa serê donimek 180 kîlogram berhemek çêbibe û cotkar li bendê ne ku ji bo berhema nû biha herî kêm ji sedî 50 zêde bibe.

“Em bendene ku ji ceh randimaneke baş bê”

Yahya Erenê Cotkarê ku tevî cotkarîyê bi karê makîneya dirûnê jî dike diyarkir ku, ji bo ku îsal baran xweş barîya li bendê ne ku her donimek ji bo ceh 550-600 kîlogram berhem çêbibe.

Eren wisa got, “Niha em palehîya cehê dikin. Me di nîvê meha Mijdarê de tovên ceh çandin. Dûv re, dema ku dem tê em derman, zibil û hin dermankirinên din di navberê de bicîh dikin. Em hêvî dikin ku îsal berhemeke baş ji ceh were. Em li bendê ne ku li ser erda ziwa serê donimek herî kêm 550-600 kîlo be. Ji ber ku barana îsal baş e, qalîteya hilberê jî baş e. Par tonek di navbera 7 û 7 hezar û 500 lîreyî de bû, îsal jî em li bendê ne ku ji 10 hezar lîreyî derbas bibe. Ji ber ku her tişt ji sedî 100-200 zêde bûye, em li bendê ne ku di ceh, genim û nîskê de herî kêm ji sedî 50 zêde bibe mesrefa me derkeve.”

“Daxwaza me tenê ewe ku bila keda me neyê paşçav kirin”

Yakûp Erenê ku dest bi palehîya nîskê kiriye got ku, “Nêzî li 20 cihên cuda bi tevahî me 650 donim nîsk çand û di nava 6 mehan de ev erd ji 10 karan derbas dibe. Me aniha jî dest bi palehîyê kir. Randiman aniha tam ne dîyare lê em bendene ku li ser donimekê 180 kîlogram bide. Par kîloya nîsk 15 lîre bû, îsal jî em li bendê ne ku ji 20 lîreyî derbas bibe. Daxwaza me tenê ew e ku keda ku em li qadan didin, vala neçe. Em bang li rayedaran dikin; Ji kerema xwe mafên cotkaran biparêzin û paşguh nekin. Em naxwazin her tiştî ji sedî 200-300 zêde bibe. Tişta ku em dixwazin bi kêmanî ji sedî 50 zêde bibe.” (ÎLKHA)