Doza nexwestina qursên Quranê ya Partiya DEM'ê ji mehkemeyê vegeriya

Piştî ku DEM’ê rêveberiya Şaredariya Sêrtê dewr stand, biryara girtina Qursa Qur’anê ya zarokên 4-6 salî ku rastî bertekên mezin ên gel hat dabû, ji aliyê mehkemeyê ve hat redkirin.

Ekleme: 31.05.2024 19:20:19 / Güncelleme: 31.05.2024 19:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hewl hat dayîn ku qursa Qur'anê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn, ji bo ku bibe mala sersaxiyê were girtin û ev qerar ji teref gel wek bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên kurdan hat binavkirin.

Ev qerar Partîya DEMê dîsa da der çava ku rêveberîya partîyê rûmetê nade bawerî û nirxan. Di mehelê de kêmasîya mala sersaxiyê heye û tu daxwaza gel meheleyê jî ya bi vî rengî tune bû.

Daxwaza girtina qursa Qur'anê ya zarokên 4-6 salî ku 10 salan ji Miftîtiya Sêrtê re li Navçeya Ulusa Navendî ya Sêrtê hatibû tayînkirin û bibe mala sersaxiyê, di civîna Gulana 2024an de bi piraniya rayan hat qebûlkirin. Meclîsa Şaredariya Sêrtê, ev biryar ji aliyê şêniyên mehelê ve rastî hêrseke mezin hat.

Walîtiya Sêrtê û Miftîtiya Parêzgehê li dijî vê qerarê doz vekir. Dadgehê biryara girtinê ya Şaredariya Sêrtê ya Partiya DEMê betal kir. Biryara dadgehê ji aliyê gelê Sêrtê ve hat pêşwazîkirin.

Dayikên ku hatin Qursa Qur'anê diyar kirin ku qursa Qur'anê ji bo wan xwedî girîngiyeke mezin e, ew hînî dînê xwe bûne û zarokên xwe ji şaşîtiyê xilas kirine. Şêniyên meheleyê destnîşan kirin ku piştî qerar hat betalkirin wan rehetiyeke mezin dîtine û divê saziyên perwerdehiyê yên bi vî rengî yên hêja bên parastin.

"Xwedê ji wan kesên ku rê li girtina Qursa Qur'anê girtin razî be"

Hanim Kayli ji ber betalkirina qerara girtina Qur'anê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Şikir ji Xwedê re qursa Qur'anê nehat girtin. Her kes dixwaze Qur'anê bixwîne. Bi saya Miftîtiya Sêrtê em li vir Qur'anê dixwînin û hînî dînê xwe dibin. Her kes bi vê yekê dilşad û kêfxweşin. Ez jî Qur'anê dixwînim, ez pir li paş me, ez poşman im ku berê Qur'anê nexwendime.”

"Em spasiya Walîtiya Sêrtê û Miftiyê me yê parêzgehê dikin ku ji bo Qursa Qur'anê neyê girtin ketin nava tevgerê"

Rabîa Kaylı, anî ziman ku ji ber ku qerara girtina Qursa Qur'anê hat betalkirin ew gelekî kêfxweş e û wiha got: "Ez gelek kêfxweş im ku bi xesûya xwe, zarokên xwe hatim qursa Qur'anê. Ev cihekî bi rastî bihizûr e. Her ku em Quranê dixwînin em medenîtir dibin û exlaqê xwe pêş dixin. Ruhê me bi rastî ber bi ezmanan ve bilind dibe. Ger zarokên me neyên vir, dibe ku ji rê derkevin. Çi ew kesên ku di temenekî biçûk de cixareyê dikişînin, yên ku alkol vedixwin, an adetên din ên xerab, ew dikarin bibin nav her cûre xerabiyê. Ev der cihekî aram e. Em spasiya Waliyê Sêrtê û Miftiyê Parêzgeha xwe yên ku ji bo ku Qursa Qur'anê neyê girtin ketin nava tevgerê tînin.”

"Bila vir bibe cihê tiryakê, an bila li vir Qur’an bê fêr kirin?"

Dayika ku nexwest navê xwe bide, ji zîhniyeta ku dixwaze qursa Qur'anê bigre, bi hişyariyê bersiv da:

"Xwedê rehma xwe bide kesê ku ev der vekiriye. Ya ku li vir tê hînkirin Qurana Pîroz e. Em Ummeta Hezretî Muhammed in. Em hemû wek hev in. Baştir e ku ev der bibe cîheke tiryakê an hînkirina Quranê? Werin em Quranê bilind bikin. Çima hûn ê qursa Quranê bigrin, sedem çi ye? Ji bo ku bibe devereke tiryakê û alkolê? Ger ev der vala bûya, wê bi çolan tijî bibûya. Hînbûna Quranê firsend e û ummeta Muhammed xurt dike. Pêxemberê me ji bîr nekin, bila ummet kêm nebe. Hûn ê bi wê hêz û mezin bin, jê dûr nekevin." (ÎLKHA)