WHO: Li Xezzeya ku alikarî nikare bê şandin zarok ji birçîna dimirin

Margaret Harrîsa Berdevka Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) got ku, li Xezzeya ku alikarî nikare bê şandin zarokan ji birçîna dimirin.

Ekleme: 31.05.2024 17:15:20 / Güncelleme: 31.05.2024 17:15:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Jens Laerkeyê Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) û Harrîs, li komcivîna çapemenîyê ya hefteyî ya li Ofîsa Cenevreya NYyê nirxandinan kirin.

Harrîs bal kişand li ser zarokên li Xezzeyê ku zehmetiyan dikişînin, bal kişand ku zarokên ji 5 salî biçûktirin bi tevahiya rojê xwarinê naxwin.

Laerke jî got ku, “Awayê yekane ji bo wergirtina alîkariyê bi pîvan û bilez derbasbûna bejahî ye. Li vir pirsgirêkek me heye û pêdiviya me bi van derbasbûnên bejahî heye.” (ÎLKHA)