El-Kahum: Ew ê operasyonên Yemenê berdewam bikin û berfirehtir bibin

Endamê Biroya Sîyasî yê Tevgera Ensarullahê Elî el-Kahum, piştî êrîşên Emrîqa û Îngilistanê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê operasyonên Yemenê bi berfirehî berdewam bikin.

Ekleme: 31.05.2024 14:35:16 / Güncelleme: 31.05.2024 14:35:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Endamê Biroya Sîyasîyê Tevgera Ensarullahê Elî el-Kahum, derheqê êrîşên li dijî Yemenê hatin lidarxistin de nirxandinan kir.

El-Kahum, destnîşan kir ku êrîşên Emrîqa-Îngilistanê yên li dijî Yemenê berdewam dikin.

Elî el-Kahum di axavtina xwe de weha got, “Operasyonên Yemenê yên di behrê de, heta ku dorpêç neyê rakirin û êrîşên li dijî Xezzeyê dawî nebin ew ê berdewam bikin û wê nesekinin. Ger ku Emrîqayî naxwazin pevçûn bila mezin bibe, divê êrîş û dorpêça li dijî Xezzeyê bidin sekinandin, ger ku van tiştan neyên bicîhanîtin ew ê operasyonên Yemenê bi berfirehî berdewam bikin. Yemen bê guman ew ê ji vê êrîşê re bersivê bide, ew ê Emrîqayî û Îngilistanîyan jî nikaribin vê bersivê bidin sekinandin û wê nikaribin jê birevin.” (ÎLKHA)