Rejîma îşxalker îtîraf kir ku 3 leşkerên wî yên dinê jî mirine

Rejîma sîyonîst a îşxalker, destnîşan kir ku li Xezzeyê yek, li Şerîaya Rojavayê jî 2 leşkerên wî mirine.

Ekleme: 30.05.2024 13:55:16 / Güncelleme: 30.05.2024 13:55:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa rejîma îşxalker ve hat belavkirin de hat desntîşankirin ku ji Tabûra 101emîn a girêdayê Tûgaya Paraşûtwanan Çawîş Yedîdya Azuî (21) li bakurê Xezzeyê hatîye kuştin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji Tabûra Nachshona ku girêdayê Tûgaya Kîfr e jî Çawîş Ekîya Hillel (20) û Çawîş Diego Shvisha Harsaj li Şerîaya Rojavayê hatine kuştin.

Di pevçûnên li bakurê Xezzeyê de jî yek, li başûr jî 2 îşxalker giran birîndar bûn. (ÎLKHA)