Koreya Bakur fuzeyên nû ceriband

Koreya Başûr, daxuyand ku Koreya Bakur 10 fuzeyên balîstîkî ceribandin.

Ekleme: 30.05.2024 12:25:18 / Güncelleme: 30.05.2024 12:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Sererkanîya Koreya Başûr ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku fuzeyên balîstîkî di Behra Japonê de hatine ceribandin.

Hat daxuyandin ku di ketina cîhên  fuzeyan de tu zerarek pêk nehat.

Japonya û Koreya Başûr, diyar kiribûn ku Koreya Bakur di 27ê Gulanê de li alîyê Behra Zerd “roketa uyduyê” ceribandibû. (ÎLKHA)