Piştî 12 salan ji Şamê qefîleya ewil “ji bo hecê” ji Cîddeyê re birê ket

Li Şamê balafira ku hecî di nav de bûn û wê biçûya Cîddeyê, piştî 12 salan cara yekem firîna xwe li dar xist.

Ekleme: 28.05.2024 15:25:27 / Güncelleme: 28.05.2024 15:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Ofîsa Medyaya Wezareta Ragihandina Sûrîyê Silêman Xelîl weha got, “Hemû seferên di nav herdu welatan de di sala 2012an de hatibû rawesantin, piştî 12 salan balafireke ku di nav de 270 rêwî hebûn îro di dema şebeqê de berê xwe da Cîddeyê û birê ket.”

Xelîl, “Ev sefer tenê ji bo dema Hecê hatîye girtin. Biryara ku seferên daîmî yên ji Sûrîyê biçe Erebistana Siûdî hêj nehatîye girtin.”

Li gorî Xelîl rayedarên herdu welatan, “ji bona ku di navbera herdu welatan de roteyeke rasterast bê tesîskirin xebat tê kirin.” (ÎLKHA)



Etiketler: