Spanya, dewleta Fîlîstînê nas kir

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez weha got, “Spanya, Dewleteke Fîlîstînê ku paytexta wî Qudsa Rojhilat e, Xezze û Şerîaya Rojavayê jî di nav xwe de dihewîne nas dike. Hetanî ku ji teref hemû alîyan ve neyê qebûlkirin em ê di sînorên 1967an de tu veguhertinekî wê nas nekin.”

Ekleme: 28.05.2024 11:55:19 / Güncelleme: 28.05.2024 11:55:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Digel tehdîdên eşkere yên çeteyên îşxalê, Spanya qerara naskirina Fîlîstînê girt û bi vê gavê ji dewletên 193 endamên NY de 145ê wan êdî Fîlîstînê nas dikin.

Serokwezîr Sanchez, “Pêşîvanîya me dawîkirina meseleyên ku li Xezzeyê pêk têne ye û derbasbûnan jî ji bona alîkarîya îsnanî vebikin e, piştî vêya em ê xebatên xwe li ser çareserîya du dewletî bidin meşandin. Naskirina me ya Fîlîstînê ku me îro nas kir li gorî hiqûqa navneteweyî ye û ji bona ku konferanseke aştîyê bê tertîpkirin em ê bi welatên Ereban re bi hev re bixebitin.” (ÎLKHA)