Tevgera Ensarullahê daxuyand ku ew li 3 keştîyan operasyon li dar xistine

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yehya Serî, daxuyand ku ew li Behra Spî, Behra Sor û Behra Makranê li dijî 3 keştîyan 3 operasyonên ku heta niha nehatîye dîtin lidarxistine.

Ekleme: 25.05.2024 12:05:23 / Güncelleme: 25.05.2024 12:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tûxgeneral Yehya Serî, îfade kir ku ew li dijî 3 keştîyan 3 operasyonan li dar xistine, di operasyona ewil de, di Behra Makranê de ji keştîya MSC ALEXANDRA ya aîdê rejîma îşxalkeran re gelek fuzeyên balîstîkî şandine û keştîyê hedef girtine.

Serî, diyar kir ku ew di operasyona duyemîn de jî li Behra Sor keştîya "YANNIS"a Yunanan bi balafirên bêmirov yê hewa û fuzeyan hedef girtine.

Rayedarekî Yemenî jî destnîşan kir ku ew li Behra Spî keştîyeke bi navê "ESSEX" bi fuzeyan hedef girtine. (ÎLKHA)