Li Hîndistanê barana bi şîddet: 7 mirî

Li wîlayeta Keralaya başûrê Hîndistanê baraneke dijwar tesîrdar bû, ji ber şilîyê 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.05.2024 10:05:18 / Güncelleme: 24.05.2024 10:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serwîsa Meteorolojîyê, hişyarî da ku ew ê di nav 5 rojên pêşîya me de wê şilî berdewam bike.

Li wîlayeta Keralayê jî ji ber baranê lehî çêbû.

Ji Sazîya Bireveberîya Afet a Keralayê ve daxuyanî hat belavkirin ku di encama baranê de 7 kesan canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)