Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Perwerdehîyê yê Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di bergeha Forma Perwerdehîya Cîhanê ya ku li Londrayê hat tertîpkirin Wezîrê Perwerdehîyê yê Herêma Kurdistanê Ala Heme Saîd û Wezîrê Perwerdehîya Bilind û Perwerdehîyê yê Libnanê Abbas Halabî hevdîtin kirin û di warê hevkarîya di qada perwerdehîyê de li hev kirin.(ÎLKHA)