Li Rihayê operasyona ezmûna ehlîyetê: 12 binçavî

Li Serê Kanîya navçeya Rihayê 12 şikdarên ku hat îdia kirin li dewsa hinan dikevin ezmûna ehlîyetê hatin binçavkirin.

Ekleme: 21.05.2024 17:55:21 / Güncelleme: 21.05.2024 17:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîbên Midûrtîya Ewlehîyê diyarkirin ku di îmtîhana ehlîyetê ya ku li navenda îmtîhana elektronîk tê kirin de li şûna kesên din dê "belgeyên fermî sexte" bikin û bikevin îmtîhanê.

Ekîban di vê çarçoveyê da xebat dan destpêkirin û di çarçoveya lêpirsîna ku kirin da 12 şikdar hatin binçavkirin.

Di lêgerînên bedenê yên şikdaran de cîhazên bihîstinê û kopîkirinê hatin bidestxistin.

Şikdar, ji bo îfade girtinê hatin birin ewlehiyê. (ÎLKHA)