Balafira aîdê Sîngapurê ket nav turbûlansê: 1 mirî, 30 birîndar

Balafireke aîdê Sîngapurê di sefera Londra-Sîngapurê de ket nav turbûlansê, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da, 30 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.05.2024 16:45:20 / Güncelleme: 21.05.2024 16:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Balafira Sîngapurê ket nav turbûlansê. Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da, 30 kesan jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref şîrketê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku balafira ji tîpa Boeing 777-300ER ku di nav de 211 rêwî û 18 mirettebat hebûn di dema seferê de ket nav turbûlansê.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Sefera bi hejmara SQ321 ya ku di 20ê Gulanê de ji Londrayê diçû Sîngapurê ket nav turbûlanseke bi dijwar. Balafir ji Bangkokê re hat sewqkirin û di 21ê Gulanê de li gorî seata mehellî di seat 15.45an de xwe daxist xwarê. Em dikarin rast bikin ku rêwîyên birîndar hene û rêwîyekî canê xwe ji dest daye.” (ÎLKHA)