Ji bo Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bernameya ewil li Tebrîzê hat tertîpkirin

Serokkomar Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve Emîr Huseyîn Abdullahîyan û rayedarên dinê yên ku di qezaya helîkopterê de wefat kirine, bernameyên cenazeyê ya ewil li bajara Tebrîzê hat lidarxistin.

Ekleme: 21.05.2024 14:09:35 / Güncelleme: 21.05.2024 14:09:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di bernameya ku li Qada Şûhedayan a Tebrîzê bi beşdarbûna sedhezar mirovan hat lidarxistin de, ji bo Serokkomar Reîsî, Wezîrê Karên Derve Ebdîllahîyan, Melayê Înê yê Tebrîzê Muhammed Elî El-î Hîşam û Walîyê Azerbaycana Rohjilat Malîk Rehmetî ku di qezayê de wefat kiribûn dua hat kirin.

Di bernameya ku sîvîl û rayedarên leşkerî beşdarî bûn de, cenazeyan bi beşdarbûna qelebalixîyekî mezin ji Qada Şûhedayê hatin birin Qada Musallayê.

Merasîmên ku li Tebrîzê bi nimêja cenazeyê û bernameya derbasbûnê dest pê kirin, îro li bajara Qumê ew ê sibe jî li Tehranê berdewam bikin.

Cenazeya Serokkomar Reîsî, ew ê li bajara Meşhedê roja Înê bi bernameyekî bê definkirin. (ÎLKHA)