Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojavayê êrîşî malan kir

Rejîma îşxalker ku êrîşên xwe yên li dijî xelkê Fîlîstînê didomîne, li Şerîaya Rojavayê êrîşî malan kir û gelek Fîlîstînîyan êsîr girt.

Ekleme: 21.05.2024 14:05:15 / Güncelleme: 21.05.2024 14:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstan doh êvarê li bajaroka Sîncela bajara Ramallahê kirin.

Li gorî agahîyên ku ji mirovên ku bûyerê dîtine hatine bidestxistin terorîstên îşxalkeran doh di navbera wan de îxtîyar jî hene herî kêm 10 kesan êsîr girtin.

Di êrîşa ku li bajaroka El-Celmeyê hat lidarxistin de jî Yasmîn Teysîr Şaban ku dîya 4 zarokan e û êsîrê berê ye hat êsîrgirtin.

Hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker di dema êrîşê de zerarê dan malan jî. (ÎLKHA)