Li Manîsayê 2 mînîbusa serwîsê û otobusek li hev qelibîn: 35 birîndar

Li navçeya Turxutluya Manîsayê 2 mînîbûsa serwîsê û otobusek li hev qelibîn. Di qezayê de heta niha 35 kes birîndar bûn.

Ekleme: 21.05.2024 13:55:18 / Güncelleme: 21.05.2024 13:55:18 / Xeberen Kurdi / Manisa Haberleri
Destek için 

Qeza, li vîyadûka OSBya Turgutlyua rêbeja Îzmîr-Turgutluyê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, mînîbûsa di bin kontrola S.D. ye bû ku karkerên febrîqeyekê vediguhast, mînîbûsa di bin kontrola H.O. yê de bû û otobosa ku di bin kontrola L.I.yê de li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 35 kes birîndar bûn. Li ser agahdar kirinê gelek ambûlans, îtfaiye û polîs hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Birîndar hatin sewqkirin nexweşxaneyan. Di heqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)