Li Îranê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû dîrok diyar bû

Muhammed Muxbîrê Alîkarê Serokê Yekem ê ku piştî wefata Serokkomar Îbrahîm Reîsî ku di qezayê de canê xwe ji dest dabû ji Serokkomarîyê re hatibû tayînkirin, daxuyand ku ew ê hilbijartina Serokkomarîyê wê di 28ê Hezîranê de bê kirin.

Ekleme: 21.05.2024 11:35:18 / Güncelleme: 21.05.2024 11:35:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomarê demborî Muhammed Muxbîr, bi Serokê Meclîsê Muhammed Bakir Qalîbaf û Serokê Erka Darazê Xulamhuseyîn Muhsîn Ejeî re ji bo diyarkirina dîroka hilbijartina Serokkomarîyê hevdîtinê kir.

Li gorî vêya, ew ê hilbijartina Serokkomarîyê di 28ê Hezîranê de bê kirin.

Yên ku dixwazin di hilbijartina Serokkomarîyê de bibin namzed dikarin di navbera 30yê Gulanê û 3yê Hezîranê de serlêdanê bikin.

Xebatên danasîna hilbijartinê jî ew ê di navbera 12ê Hezîranê û 27ê Hezîranê de bê kirin.

Divê herî dawî di nav 50 rojan de Serokkomar bê bijartin.

Li Îranê Serokkomar, di navbera namzetên ku ji teref Konseya Parastina Makeqanûnê ve hatine erêkirin de ji teref xelkê ve tê hilbijartin. (ÎLKHA)