Li Brezîlyayê 88 kesên di lehîyê de winda bûbûn tên lêgerîn

Li Brezîlyayê hejmarê mirîyên ku ji ber lehîyê canê xwe ji dest dabûn derket 158an, ji bo 88 kesên winda jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Ekleme: 21.05.2024 10:45:16 / Güncelleme: 21.05.2024 10:45:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di lehîya ku li wîlayeta Rio Grande do Sulê pêk hat de hejmarê mirîyan derket 158an, ji bo 88 kesên winda jî xebat didomin.

Li başûrê welat barîna barana zêde bû sedema lehîyê.

Parastina Sîvl a Rio Grande do Sulê destnîşan kir ku hejmarê mirovên ku di lehîyê de canê xwe ji dest dane derket 158an, ji bo 88 kesên winda jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Hat îfadekirin 2 milyon û 300 hezar  kes ji lehîyê tesîrdar bûn û ji wan jî 82 hezar û 666 kes ji herêmên lehîyê hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)