Ji Yapicioglu ji Îranê re peyama şînê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahîyan ku di qezaya helîkopterê de wefat kiribûn peyama şînê belav kir.

Ekleme: 20.05.2024 14:09:38 / Güncelleme: 20.05.2024 14:09:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî peyamê belav kir û weha got:

“Ji birêz Îbrahîm Reîsî yê Serokkomarê Komarîya îslamî yê Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahîyan û endamên lijneyê ku di encama qezaya helîkopterê de wefat kirine re ji bo Xwedê daxwazîya rehmê dikim.

Di serî de ji malbatên mirovên ku di qezaya elîm de wefat kirine û ji xelkê dost û bira yê Îranê re sebrê dixwazim.” (ÎLKHA)