Rejîma îşxalker astengkirina derbasbûna ji deriyên sînor ên Xezzeyê didomîne

Hêzên îşxalker 14 roj in Deriyê Sînor ê Refahê û deriyê Kerem Ebû Selîm ên li başûrê Xezzeyê girtî dihêlin.

Ekleme: 20.05.2024 11:55:24 / Güncelleme: 20.05.2024 11:55:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di 7ê Gûlanê de hêzên îşxalker li aliyê Filistînê yê Deriyê Sînor ê Refahê îşxal kir û herikîna alîkariyê ya ji bo Xezzeyê sekinand.

Ji 5ê heman mehê ve, hêzên îşxalker girtina deriyê Kerem Ebû Selîm yê bazirganiyê li başûrê rojhilatê bajarê Refehê berdewam dikin û rê li ber hatina alîkariyên mirovî û tendirustî digirin.

Li gorî medyaya Filistînê, di heyama girtina du deriyên sînorî de, hêzên dagirker nehiştin ku zêdetirî 3 hezar kamyonên alîkariyê derbasî Xezzeyê bibin û nêzî 700 nexweş û birîndar jî ji bo dermankirinê ji Xezzeyê ya dorpêçkirî derkevin.

Piştî ku deriyên sînor hatin girtin, hêzên îşxalker êrîşên xwe bi taybet li derdora Cîbaliye, Beyt Lahîya û Nexweşxaneya Kemal Advan zêde kirin. Îşxalkeran piştî ku deriyên sînor hatin girtin, bi dehan koçber qetil kirin.

Piştî ku ji ber dorpêçkirina Nexweşxaneya El-Avde ya li bakurê Xezzeyê ji aliyê hêzên dagirker ve xizmeta dermankirinê rawestiya, îşxalkeran ber bi derdora Nexweşxaneya Kemal Edvan a Beyt Lahîyê ve pêşveçûna xwe berdewam kirin.

Li Refahê ya başûr jî balafirên îşxalê gelek herêmên rojhilatê bajêr bombebaran kirin û di encamê de bi dehan kes şehîd bûn û birîndar bûn. Ji ber êrîşan nêzî 800 hezar kes neçar man ku ber bi bajarê Dêr El-Balah ê rojhilatê bajêr ve biçin.

Duh, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya NY tekezî li ser pêwîstiya gihîştina "ewle û domdar" kir ji bo rêgirtina li birçîbûna li bakurê Xezzeyê, lê diyar kir ku rayedarên îşxalker rê li ber wê digirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê duh di daxuyaniyekê de got: "Pêkanîna derman û sotemeniyê ya bingehîn li Xezzeyê pir kêm e û ji ber qedexeyên ewlehiyê çûnûhatin bi sînor e."

UNRWA hişyarî da ku nevekirina dergehên bejayî û negihîştina bi ewle ji van dergehan re nîşan dide ku şert û mercên felaket ên mirovî yên li Xezzeyê wê berdewam bin.

Êrîşên rejima îşxalker ên li ser Xezzeyê ji 7ê cotmehê vir va ji bejahî, derya û hewayê dewam dikin û di encamê da 35 hezar û 456 kes ku piraniya wan zarok û jin in şehîd bûn û 79 hezar û 476 kes jî birîndar bûn. Ji ber ku hîna bi hezaran cenaze di bin xirbeyan de ne, ekîb nikarin xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)