Cenazeyê kesê ku ev 3 roje winda bû hat dîtin

Kalê ku 3 roj berê li Diyarbekirê winda bûbû û agahî jê nedihat girtin, îro danê sibê di Çema Dîcleyê de mirî hat dîtin.

Ekleme: 19.05.2024 12:20:27 / Güncelleme: 19.05.2024 12:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Diyarbekirê S.Ç.yê kal ku 3 roj berê winda bûbû, îro danê sibê di Çema Dîcleyê ya ku nêzî Meheleya Xantepeya girêdayî navçeya Yenîşehîrê de ye ceseda wî hat dîtin.

Ekîbên AFADê ji bo kalê ku 3 roj berê winda bûbû li Meheleya Xantepeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dabû destpêkirin.

Ekîbên rizgarkirinê yên Kerwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman jî ji danê sibê ve di nava xebatên lêgerînê yên 3 rojî de bûn.

Ekîbên ku di Çema Dîcleya nêzî Meheleya Xantepeyê de ye lêgerînên xwe domandin, cesedê kalo dîtin.

Hat ragihandin ku cesedê kalê ku ji çemê hat derxistin ji bo karên otopsîyê hat rakirin Sazîya Tipa Adlî yê. (ÎLKHA)