Li Brezîlyayê lehî: 154 mirî 94 winda

Ji ber barana zêde li Brezîlyayê lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de 154 kesan canê xwe ji dest dan û 94 kes jî winda bûn.

Ekleme: 19.05.2024 10:45:15 / Güncelleme: 19.05.2024 10:45:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li parêzgeha Rio Grande do Sula Brezîlyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber lehîya di 29ê Nîsanê de rabûbû her ku diçe zêde dibe. Tê diyarkirin ji ber lehîya ku rabû heta niha 154 kesan canê xwe ji dest dan û 94 kes jî winda bûn.

Tê diyarkirin ji ber lehîyê 806 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)