Hikumeta Xezzeyê: Girtina derîyên sînorê cardin bû sedema xelayê

Hikumeta li Xezzeyê destnîşan kir ku girtina derîyên sînorên “Refah” û “Kerem Ebû Salîm”, cardin li Xezzeyê bû sedema xelayê.

Ekleme: 18.05.2024 11:15:18 / Güncelleme: 18.05.2024 11:15:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref hikumetê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Bi destpêkirina girtina derîyên Refah û Kerem Ebû Salîmê ji teref îsraîlê ve, kabûsa xelayê cardin li herêma Xezzeyê û bakurê wek tehdîdê vegerîya.”

Hat destnîşankirin ku ji ber êrîşa li dijî Refahê bi dehhezaran însan mecbûr man ku ji bajêr derketin û li Xezzeyê jî krîz zêde dibe. (ÎLKHA)